Li Taîland, bi deh hezaran xwenîşanderên dijî hikûmetê li paytaxt Bangkok kombûn, di xwepeşandana jibo rûxandina hikûmeta Serokwezîr Abhisit Vejjajhiva de.
Xwenîşandêr roja Yekşemê destbi xwepeşandana xwe kir û ew dibêjin, wê bo çend rojên din xwenîşandana xwe ya aştîyanê bidomînin.
Xwenîşandêrên ku bi kincên sor digehijine paytaxtê, alayên xwe radikin û dirûşmên dijî hikûmetê diqîrîn.
Gelek ji wan xwenîşanderan, piştevanên serokwezîrê berê Thaksin Shinawatra ne, ku li sala 2006’ê, bi darbeya leşkerî ji karê xwe hatîbû dûrexistin.
Birêz Thaksin vê gavê li Dubaî dijî û ji alîyê taîlandîyên xizan û yên gûndî ve tê destek kirin. Piştevanên wî daxwza hilbijartineke nû dikin, ku hêvî dikin Thaksîn carekî din vegere ser desthilatê.


