Rêberên tevgera dijî hûkûmetê li Taîland, plana xwenîşandaneke din ya girseyî dike, da ku Serokwezîr Abhisit Vejjajiva biryara hilbijarintan bide. 

Xwenîşandêrên bi Kincên Sor, di roja 6’ê ya xwepeşandanên xwe de, li taxa dîrokî ya paytaxt Bangkok dimînin.

Rêberên tevgera Kincên Sor li ber e, Şemîyê sibehî jibo peyda kirina pirtir piştevan û alîgiran, li sûk û kolanên Bangkok bi karwaneke mezin ya otomobîlan geryaneke bike.

Bêtirî 100 hezar xwenîşandêr li seranser welat roja Yekşemê hatîbûn Bangkok, lê hejmara wan paşe daketîbû deh hezaran.

Piranîya xwenîşandêran Taîlandîyên gûndî û xizan in û daxwaza vegera Serokwezîrê berê Thaksin Shinawatra dikin, ku li 2006’ê bi darbeyeke leşkerî ji postê xwe hatîbû dûrexistin.