Xwenîşandêrên dijî hikûmetê li Thaiand li ber e, roja Yekşemê xwepeşandeneke nû bikin. Bizavkar plan dikin, dirûşm û posterên xwe bi xwînên xwe boyax bikin.
Xwepeşandana xwînî, dawitirîn rêbaza xwenîşandêran e, ku bi hezaran xwenîşandêr xwîne xwe dan û ew xwîn jî, li ber xanîyê serokwezîr û ofîsên din ya hikûmetê hatin rijandin.
Roja Şemîyê bi deh hezaran xwenîşander li nav paytaxt Bangkok xwepeşandin kirin, bi qamyon, otomobîl, otobus û motosaykilan, da ku alîgir û piştevanên nû bikşînin hêla xwe.
Xwenîşandêrên bi kincên sor, daxwaz ji Serokwezîr Abhisit Vejjajiva dike ku destji desthilatê berde.


