Karbidestên îstîxbaratî ya Pakîstanî dibêjin, ew di encama êrîşên esmanî li hember li weşartgehên Talîbanê de, bi kêmî ve 15 mîlîtan kuştine, li herêma aşirî ya bakûra rojavaya welatî.
Karbidest dibêjin, bi kêmî ve 5 mîlîtanên berguman di êrîşa Orakzai de û 10’ên din jî, li Kurram hatine kuştin.
Li nav salên dawî, hêzên Pakîstanî li çend hêremên aşirî yên Başûra Wezîrîstanê, êrîşan li hember Talîbanê pêk tînin.
Li alîyê din, polîsên Pakîstanî jî radigihînin, di encama bombeyeke ku bi baysikileke hatîbû peçandin de, bi kêmî ve 3 kes li paytaxta Belucîstan Quetta hatine kuştin û 12 yên din jî birîndar bûn.
Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê bi stûya xwe ve negirtîye. Belê, hikûmeta navendî ji mêj ve şerî xirabkarên cûdaxwaz li Belucîstanê dike, ku gelek caran hêzên ewlehîyê dikin armanc.
Li alîyê din, li herêma aşirî ya Wezîrîstana Bakur ku Talîban tê de xûrt e, xelkê xwecihî termê 3 kesan dîtin, ku ji alîyê mîlîtanan ve hatine kuştin. Li ser wan 3 kesan, hinek nivîs hatine dîtin ku ew kes sîxûrên Amerîkî ne.
Mîlîtanên Talîban û El Qayda gelek caran xelkê xwecihî li herêma aşirî tawanbar dikin, bi sixûrî û alîkarîya firokên bê mirov yên Amerîkî li dijî wan.


