Televîzyona dewletê ya Sûrî dibêje, di encama du peqînan de herî kêm 28 kes îro Înîyê li bajarê Helebê hatine kuştin, 235 kesên din jî birîndar bûn.
Armancên peqînan îro, avahîyeke îstîxbaratî û bingeheke ewlekarîyê ya leşkerî bûn. Heleb bajarekî serekî yê bazirganîyê ye û ji destpêbûna xwepêşandanan dijî Esed vir ve bêdeng û aram bû.
Televîzyona dewletê ya Sûrî, bi gotina wê “terorîstên çekdar” ji peqînên îro tawanbar dike û dîmenên zindî ji cîhê bûyerê nîşan dide ku termên qûrbanîyan tê de xwane dibin.
Lê, bizavkarên opozîsyonê dibêjin, hikûmetê êrîşan plan kirin ku serhildana wan bê qiymet bike.
Bizavkarê mafên mirovan Mahmud Hamduş ku li nêzîkî Heleb’ê ye, ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê re got, hêzên hikûmetê rêyan digire û nahêle ku rûniştvan têkevine taxên Heleb’ê ku xwenîşandên mezin yên dijî rejîmê li wê derê têne kirin.
Hevdem, li bajarê Humsê jî, bizavkar dibêjin, wekî pişkek jî eciqandin û tepeserkirina berdewam, tankên artêşê di roja hêftan de berdewam dora taxên hevrik girtine.
Bizavkar dibêjin, ji destpêbûna êrîşa dijî Humsê vir ve, bi sedan kes ji roja Şemîyê heta niha hatine kuştin.
Bizavkar her wiha dibêjin, gelek tax be av û elektrîk in û kêmahîya hewceyîyên bingehîn xuya dibin.


