Ferheng û Tora Kurdî ya bi Zaravê (Kurmancî) roja Dûşembî li bernama 9:00 bo 10:00ê spêdê bi demê Washington ji layê Dexîl ê Şemo ve tête amadekirin û pişkêş kirin. Ew divê bernamê de, her carê nêzîkî 10 deqîqeyan we dibe mêvandarîya hozanvanekî, honermendekî, rojnamevanekî, roşenbîrekî yan jî her ciwamêrekî xwedan berhemekî hêja bit. Mebest jî ewe dema mêvanê bernamê bersiva çend pisyarên sada didet gûhdar agehdarî tevgera ferhengî, keltûrî û ronakbîrîya hevçerxa Kûrdî bibit. Jibo pêşnîyaz, têbînî û bawerên xwe jibo bernamê û liser bernamê bigehî, eve Email a Dexîlê Şemo ye; delias@voanews.com Telefun 1 202 203 4858
Sedat Yurtaş: Jiber ku di welatên em têde dijîn azadî kêmin, em xwe bi sîyasetê îfade dikin
Îsmaîl Hacanî: Navê Min Wek Çîroknivîs Derket Jiber Bikarînana Zimanê Rewa
Guhdar Selahdîn: Emê li Kelha Nizarkê buyerên Enfalê bi şêweyên modrên nîşan bideyîn bo actîvkirina bîrdanka Kurdî.
Dr. Arif Hîto: Hemî hizir, ciwankarî, felsefe û helbest bi şêweyekî bere bereyî liserêk tên ava kirin.
Sabahtîn Gultekin: Cudahîya navdera zaravên Kurdî kûr bûye û armanca konferans lihev civandina wan bû.
Cankurd gote Dengê Amerîka ew ji tevgera roşenbîyîya Kurdî nerazîye çinkî navendên ronakbîrîya Kurdî jêk belavin
Êzîdxelo: Divêt Kurd guhê xwe bidin Kurdên Luristanê û wan ji nexşeyê xwe ne havêjin, ew Kurdên resenin û xwedî kelturek dewlemendin.
Rêsan Hesen rengên sitrana Şingalê û qonaxên wê yên dîrokî dane naskirin û her wisa dengbêjên navdarên Şingalê.
Çend rêkxistinên Kurdî konferansek lijêr rola medya di netewebûn û dahatuya gelan de li baijarê Kolin yê Elmanî bi rêvebir.
Tehsîn Doskî: Jiber çend egeran Serdaî yê Wanî nasnav li xwe kirîye û nevîyaye xwe diyar biket.
Hesen Silêvanî: Xwendevan li Kurdistanê kême, çinku me neşîyaye rewşenbîrîya xwendinê di dilê xelkê xwe da biçînin.
Murad Gundik: Kêm kirina berhemên Kurdî, rewşa xirab ya xwendina Kurdî tîne ber çav.
Şewket Tahir Sindî, Simko ê Emerê Le'elê û hozanvan Beyar Bavî behsê jîyan, kesayetî û berhemên Emerê Le'elê dikin.
Şêxmus Sefer: Me ji nivîskar û karbidestên Herêmê re pêşnîyaza pêkînana navendeka mîdyaya Kurdî kir.
Konfiransê evsal yê Mala Êzdîyan li Oldenburg ê – Elamanîya taybet bu bi vekolîna li ser cejnên Êzdîyan
Mustefa Raşîd ji bernama Ferheng û Torê Kurdî re behsê wêjeya zarokan, filiklorê Kurdî u PENa Kurdî dike.
Xecican Farqîn: Min bawer ne dikir festival fimlê min nîşan dibe.
Bayîz Omer: Konferasê Zimanê Kurdî li Hewlêrê Zanistî bû lê ‘Zimanê Yekgirtîyê’ nexist karên xwe.
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî fîstivaleka dû rojî birêvebir û jimareka taybetmend û pisporên warên cuda cuda kor û sîmînar gêran.
Serederîya Xirab di gel Rojnamevana li Herêma Kurdistana Îraqê kêşeyek sîyasî ye yan qanûnî ye?
Eskerê Boyîk: li ser demê Şêx Fexrê Adîya edebîyata Kurdî gelek pêşketî bû.
Viyan Mayî hîvî xwest ku hewlên wê bo avakirina holeka sînemê li Duhokê serbikevin.
Îsmaîl Hacanî: Yekîtîya Nivîskaran li bere berhemên nû yên helbesvan û çîroknivîsên deverê bi Tirkî û Farisî jî bi weşîne.
Sendîka Rojnamevana ji kartêkirin û dasthelata partîyên desthikatdar dûr ne ket.
Xidir Feqîr rolek dîyar hebû di vejandina dastan û efsanên Kurdî de li herêmê
Semîre Elî Mendî: Ez hewl di dim alîsengê dirust bikim dinêv bera karê rojnamevanîyê û karê malê de.
Helbesvan Mueyed Teyib: Her dem helbestê sihir heye û milletan çaverê kirîye helbestvan dengê wan bit û berevanîyê ji hîvîyên wan biket.
Helbestvan Tîroj gote Bernama Ferheng u Torê Kurdî, min li destpêkê peyam û pexşan di nivîsîn.
Çîroknivîs Celal Mustefa bawer diket ne bes xwendevanê kurte çîrokê kême, lê di astê nebûnê deye jî
Şêwekar Riza Topal tevaya berhemên xwe kirine dîyarî ji Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê.
Deyka Daliye: Hêşta ez xwe weka helbestvan nadanin, lê rexnegira ez wek helbestvan dame naskirin.
Şêwekar Hude Ahmed: Naverokê bosterên wî pitir sîyasîye, lê tabloyên wê derbirîne ji êş û derdê mirovan û bi taybet jina.
Dr. Kurmanc Delberz: Em dixwazin ew welatên gelê me dinav de dijît, Kurdî weka zimanê perwerdeyê qwbûl bikin.
Şêwekar Sitar Alî bawer diket lêktêgihiştina hunermendê şêwekar û bînerê tabloyan bi zehmete jiber kêm şarezî di warê şêwekarî de.
Murad Ciwan: Kurdan hê Qîmeta Enternêtê nas nekirîye.
Beyar Bavî: Ez xwe wek helbestvan nabînim, lê pêla tirajîdîyan li Kurdistanê ez paldam ê.
Şêrzad Qazî: Ferhenga wî Îngilîzî-Kurdî ye û Kurdî-Îngilîzî û her wesa çendîn kurte hevok jî li xwe girtine.
Stranpêjê Kurd Omer Gundî dibêjit, Ez amademe bê pere strana li dawetan bêjim.
Hizirvan dibêjit wî xwe li babetên tabo daye helbestvanên dî xwe lê nedaye.
Nûrî Birîmo: Gel û Hûnermendên Kurd Qerzdarê Muhemed Şêxo ne
Nivîsevanê Kurd Raşîd Findî gote Baernam Ferheng û Torê Kurdî heta niha wî 20 Kitêb çap kirine.
Muhsin Qoçan bawer diket wêneyên kevnên siwarên hespên tîrhavêj bikêrî serdemê enternêtê nahên.
Newzad Hirorî mêvanê bernama Ferheng û Torê Kurdî bû û wî behsê kitêbxana Kurdî ya Siwîdê û çend behsên dî kirin.
Helbestvan Nacîb Balayî dibêjit helbestvanên nû helbest ji peyama yê û çarcova romansî derxistîye.
Serhan Îsa bawer diket penberîyê çakîyî liser behremenda heye bi taybet li weletaên Ewrupa
Mizûri: Hozanvanê Wêrekane Arêşeyan Çare biket dê Cihê Xwe di Dilê Xelkê de ket
Fewaz Abdî: Berhemên Kurdî li sala 2010 ê kêmtir bûn ji salên borî lê naverokê wan baştir bû.
Mehfûz Mayî Mêvanê Bernama Ferheng û Torê Kurdî
Çapkirîyên wêjeyî yên Kurdî sala 2010 li Tirkiya naverokê Bernama Ferheng û Torê Kurdî bû
Pitire ji 30 salan Bedel Revo di cîhana wergerandinê de xebata berdewam diket û di vê meydanê de bûye siwarekî jêhatî.
Edîb Çalkî; Xelik hej stranê diket pitir ji helbestê lewan ew têkistên strana di nivîsînit da peyamê xwe bi sanahî bigehînit xelkî.
Hejar ê Şamîl helbestvan, rojnamevan û nivîskar li welatê Kîrxîsistanê behsê jiyan û xebata xwe ya wêjeyî dike.
Dr. Tosin ê Reşîd helbestvan û nivîskarê Kurd mêvanê Bernama Ferheng û Torê Kurdî bû li radyoya Dengê Amerîka.
Nivîskar Zaynûl Abidîn bawer diket kêşeya diravî êke ji pirsgirên mezin li pêş çapkirin berhemên nivîskarên Kurd
Luqman Ahmed yê girêdayî sirûştê Kurdistanê û keltûrê kurdan dibêjit, zehmetîya mezin ewe çawa peyamê xwe bi gehînit Amerîkîya
Romanivîs Sabrî Silêvaneyî goman heye berhmaên edebî yên Erebê Şemo û Ahmed Mûxtar Caf roman bin.
Fehmî Balayî dibêjit Kurd renga rast û rast ji xwezayê werdigrin û nizanin wana baş bikar bînin.
Kemal Bûrkay gote Bernama Ferheng û Tore yê Kurdî sîyasetvan dikare bibe hozanvan, û vehandina hozanê dem û helkeftên xwe hene.