blank

Inside VOA | Peywendî

Sîyaset

Roja Sêşemê, 11’ê meha Îlonê sala 2001’ê komeke bi 19 kesî karîbûn 4 firokên mezin yên neferan bi rêwîyên wan birevînin û rêka firîna wan biguherin.

Terorîstan karîbûn du ji wan firokan li du avahîyên bilind yên Navenda Bazirganî ya Cîhanî li New York bidin û firokeke din jî li Wezareta Berevanîyê ya Amerîka ku bi Pentagon tê nasîn bidin, lê yek ji firokan ketibû xwarê, berî ku bikaribûn li armanca xwe xin.

Ev êrîş bûne egera kuştina nêzîkî 3 hezar kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.  Her wiha, zîyaneke mezin jî di encama wan êrîşan de çêbûn.

Di bersiva wan êrişan de, Serokê wê demê yê Amerîka George W. Bush di daxuyanîyeke piştî êrîşan de got, “Ev êrîş, ne êrîşên ji rêzê li dijî Amerîkayê ne, lê ragihandina şerekî li dijî me ye”.

Vekolînan nîşan da ku ew êrîş karê rêxistina terorîstî ya El Qayde ya bingeh li Afganîstanê bu. Piştî hinge, şerê dijî terorê destpê kir û çend meh pê neçûn ku dawî bi rejîma Talîban û desthilata El Qaydeyê li Afganîstanê anî.

Lê, ew şer hîn jî berdewam e û nîşanên hindê li seranserî cîhanê dîyar in.

President Barack Obama touches the names of victims engraved on the side of the north pool of the World Trade Center site as former President George W. Bush, first lady Michelle Obama and former first lady Laura Bush (obscured) look on during ceremonies m

Salvegera Hêrişên Teroristî yên 11’ê Îlonê li Amerîkayê

Serok Barack Obama beşdarî li merasîmên bajêrê New York, Pentagon û Shanksville kir.

Nêrînên Sîyasetvanên Kurdên Tirkîyê li 11’ê Îlonê

Nijad Yaruk: Bi êrîşên 11’ê îlonê îro li Rojhilata Navîn têgeh û dîzaneka nûh li cîhanê rûdaye.

Serok Obama Beşdarîya Hemî Merasîmên 11'ê Îlonê Dike

Serokê Amerîka Barack Obama û Xanima Yekê Michelle Obama wê beşdarî li hemî merasîmên bîranînê yên îro Yekşemê bikin.

11'ê Îlonê û Bexda

Li Bexda hêrişên 11'ê Îlonê sala 2001 ê çi caran nabin mijara axiftinan

Silêmanî û Salvegera 10'an ya Êrîşên 11'ê Îlonê

Di êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê ya 2001’ê de nêzîkî 3 hezar kes hatibûn kuştin û hezaran kesên din jî birîndar bibûn.

Dîyarbekirî Çawa li 11'ê Îlonê Dinêrin

Îro gelek sîyasetvan hevbîr in ku Bihara Ereban ya ku li welatên Rojhilata Navîn berdewam dike, encameke êrîşen 11’ê Îlonê ye.

Deh Sal Paş Êrîşên 11'ê Îlonê

Roja Sêşemê, 11’ê meha Îlonê sala 2001’ê komeke bi 19 kesî karîbûn 4 firokên mezin yên neferan bi rêwîyên wan birevînin.

Amerîkî Bîrhatina Êrîşên 11'ê Îlonê Dikin

New York, Washington û meydanek li Pennsylvania gelek ketine ber kartêkirina êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê ya sala 2001’ê.

Duhok û Salvegera 10'an ya Êrîşên 11'ê Îlonê

Di salvegera 10’an ya êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê gelê Amerîkî qûrbanîyên wan êrîşên teroristî careke din bi bîr tînin.