Di cejna Sersala Êzîdîyan de, ku weke Cejna Çarşema Serê Nîsanê jî tê gotin, roleke taybet ya hêkan heye.
Malbatên Êzîdî hêkan reng dikin û pir caran jî di roja cejnê de pêşbazîya hêkan tê kirin. Her yek hêka xwe li hêkeke din dide û ya ku neşikê û ti derzek nekevê wê serketî be.